• Friday, 20 February 2026
logo

PDK jî tevlî duyemîn kongreya giştî ya HDPê dibe

Gulan Media January 23, 2016 Nûçe
PDK jî tevlî duyemîn kongreya giştî ya HDPê dibe
Şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî tevlî duyemîn kongreya giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dibe.

HDP dê roja 24ê vê mehê (sibê) li paytexta Tirkiyê- Enqerê, duyemîn kongreya xwe ya giştî li dar bixe. Di wê kongreya HDPê de, gellek mêvan û partiyên kurd û biyanî jî hatine vexwendin.

Yek ji wan partiyên ku bersiva vexwendina HDPê daye û dê beşdarî kongreyê bibe, PDKa Başûrê Kurdistanê ye.

Peyamnêrê Rûdawê li Enqerê Şewket Herkî ragihand, şandeke PDKê jî dê tevlî duyemîn kongreya HDPê bibe û got, şanda PDKê gihîştiye Enqerê.

Herkî da zanîn ku şanda PDKê ji endamê Serokatiya PDKê û berpirsê pêwendiyên wê partiyê bi partî û hêzên kurdî re Ehmed Kanî, nûnerê PDKê li Enqerê Omer Mîranî û berpirsên pêwendiyên PDKê bi Tirkiyê re Kovan Ehmed pêk tê.

Biryar bû duyemîn kongreya HDPê meha Îlona par were lidarxistin lê ji ber hilbijartinên pêşwext ên 1ê Mijdara par, kongre hatibû paşxistin.

Tê gotin ku di kongreya vê carê ya HDPê de, piraniya endamên Meclisa Partiyê dê bên guhertin.

Derheqê hilbijartina hevseroên nû de jî heta niha ti tiştek nehatiye gotin, tenê çend roj berê dihat gotin ku îhtimala wê heye li şûna Selahedîn Demîrtaş, şaredarê berê yê Amedê û parlamenterê HDPê yê Rihayê Osman Baydemîr bibe namzed.

Rudaw
Top