Erdoğan daxwaza hevdîtinê li Leyla Zana kir
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoğan piştî ku nimêja roja înê kir, bersiva pirsên rojnamevanan da û daxwaz kir ku, ligel Kesayetiya Kurd ya Bakurê Kurdistanê Leyla Zana hevdîtinekê bike.
Duh 22 Çile Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoğan derbarê civîna wî ligel Leyla Zana got: “Belê min daxwazek bi vî şêweyî hebû, doh min ev yek ligel hevalên xwe behskir.”
Erdoğan herwiha got: “Min ji hevalên xwe re got; bila em helsengandinekê ji mijarê bikin, di encamê de, ez vê yekê pesend dikim û egera civînê jî heye.”
Basnews
