Heyder Şeşo: Hêzek PKKê tevlî Heşda Şeibî bûye
Fermanderê Giştî yê Yekîneyên Parastina Şingalê(YPŞ) amje bi wê yekê dike ku, hêzek PKKê çûye nav Heşda Şeibî û Bexda piştevaniya wan dike.
Fermanderê Giştî yê Yekîneyên Parastina Şingalê (YPŞ) Heyder Şeşo k user bi PKKê ve ye di daxuyaniyekê de ku di ragehandina Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) de hatiye belavkirin, amajeyê bi wê yekê dike ku, hêzek ji PKKê tevlî Heşda Şeibî li Iraqê bûye û ji aliyê Bexda ve alîkariya wê dibe û bere pê têne dan.
Şeşo dibêje: “Hejmara hêza YPŞê 500 kesin, bi tenê mûçe ji Bexdayê werdigrin, lêbelê Bexda ti çek nedaye YPŞê, heger çek dabin wan jî bi tenê çekên sivikin.”
Di heman demê Mulazim Şengalî ku yek ji fermanderên YPŞê ye got: “Em alîkariya ti aliyî red nakin.”
Basnews
