Serok Barzanî pêşwaziya Fermandeyê Fermandeya Navendî ya hêzên Amerîka kir
Li hevdîtinê de rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstan li parêzgehên Nînowa, Enbar û cihên dinê Iraqê û serkeftinên hêzên Pêşmerge li Şingal û bandora wan serkeftinan li ser şerê dijî terorîstan xistin ber behs û guftûgoyan.
Her li vê civînê de ronahî xistin li ser serdana Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku li ser raspardeya Serok Barzanî serdana Amerîka kiribûn û encamên wê serdanê bi sûdbexş wesif kirin û li pêşçavgirtina qeyrana aborî tekez li ser zêdetir kirina hewldanan ya ji bo rûbirûbûna qeyranê û peydakirina çareseriyeke guncaw ji bo nehiştina kêşeyan û dabînkirina pêdiviyên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirin. Her wiha pesnê xweragiriya gelê Kurdistanê û azayetiya Pêşmerge kirin û tekez jî li wê yekê kirin ku pêwîste dostaniya gelê Kurdistanê yarmetiya xelkê Kurdistanê ya li derbaskirina qeyran û kêşeyan da bikin.
Li beşekî dinê vê kombûnê da behsa amadekariyên proseya azadkirina Musil û girîngiya azadkirina Musil li yek alîkirina şerê Da'îş kirin û her wiha asta hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzê hevpeymanan û hêzên Iraqiyan li rubirûbûna terorîstan û bandora hebûna hemahengiya hûrgilî li bidestanîna serkeftinan guftûgo kirin.
Li vê kombûnê da Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Kerîm Şingalî Wezîrê Navxo û Wezîrê Pêşmerge bi Wekalet û Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Hikûmetê û Enwer Hacî Osman Birîkarê Wezîrê Pêşmerge û Ferîq Cebar Yawer Endamê Fermandeya Giştî ya Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê amade bûn.
