Hêmin Hewramî: Referandûma serxwebûna Kurdistanê di sala 2016ê de pêktê
Berpirsê Pêwendiyên Derve yê PDK Hêmin Hewramî di axaftina xwe ya li Zanîngeha Amerîkî de bal kişande ser berdewamiya xetereyên li dijî Kurdistanê û got: ‘Kurdistanê xwe îsbat kir ku hikûmeteke çalak û kara ye; lêbelê bidawîbûna heyama dîktatoriyê nayê wê wateyê ku xetere jî bi dawî bûne. Herwiha sistbûna yekrêziya Kurdistanê nahêle ku Kurdistan roleke çalak a global bilîze.’
Herwaha Hêmin Hewramî diyar kir li Rojhilata Navîn rewşeke aloziyê ya berdewam heye; lêbelê Kurdistan dikare bi arîşeyên qewimî re serderiyê derxe û wiha berdewam kir: ‘’Pêwîste bi giştî li Kurdistanê bê fêmkirin ku Rojhilata Navîn derbasî rewşeke nû bûye û divê kurd jî cih û warê xwe di nexşeya nû de bibînin. Li Rojhilata Navîn di navbera projeyên herêmî û navneteweyî de şer heye; herwiha hinek aktorên nefermî jî derketine holê. Divê Kurdistan jî rola xwe ya fermî û nefermî baş bi cih bîne.’’
Di Derbarê referanduma serxwebûna Kurdistanê û heyama piştî serxwebûnê de jî rayedarê PDKê Hêmin Hewramî got: ‘Referanduma serxwebûna Kurdistanê dê sala 2016an pêk were û Iraqeke bêhêz ji bo serxwebûna Kurdistanê tehdîdek e; em cîranên xurt dixwazin. Herwiha partiyek tenê nikare pêşiyê li serxwebûna Kurdistanê bigire.’
Basnews
