Serok Barzanî pêşwaziya Serokê berê yê Hevpeymaniya Niştîmaniya Sûriye kir
Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emniya navçeyê û hereşeya teror li Iraq û Sûriye û pêşhatên siyasî û serbaziyên dawî ya li Sûriye hate nirxandin. Li beşekî dinê vê kombûnê da pêşveçûna danustandina di navbera rikeberiya Sûriye û Hikûmet û her wiha paşaroja Sûriye û konferansa Cinêv xistin ber behs û guftûgoyan.
Her li vê kombûnê da şanda mîhvan pêzanînên xwe ji bo xweragirî û qurbanîdana hêzên Pêşmerge û Herêma Kurdistanê hebû ku li hêla yekema şerê terorê daye û amadehiya xwe jî ji bo hemû cûre hemahengiyek li rûbirûbûna terorîstan da li gel Herêma Kurdistanê nîşan da.
