• Friday, 20 February 2026
logo

Rûsya hêzek serbazî şand Rojavayê Kurdistanê

Gulan Media January 21, 2016 Nûçe
Rûsya hêzek serbazî şand Rojavayê Kurdistanê

Rûsya 100 serbazên xwe şandine bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, ew bajar di bin kontirola rêjîma Sûriyê.

Komîteyên Rêxistin û Hemahingiyê li Sûriyê di daxuyaniyekê de ragehandine ku, doh 19 Çile 100 serbazên Rûsî di riya firokxaneya Qamişlo gihiştine Qamişlo, li gorî wê daxuyaniyê ku ajansa Anadol a Tirkiyê belav kiriye hatiye ragehandin ku ew serbazên Rûsî di bin çavdêriya artêşa rêjîma Sûriyê de gihştine girê Terteb li başûrê Qamişlo.

Li girê Terteb firqeya 154 ya artêşa rêjîma Sûriyê heye, herwiha tê pêşbînî kirin ku ew hêza Rûsya li deverên bi deselata Rêjîma Sûriyê cihbigrin ne li deverên bin kontirola Rêveberiya Xweser ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Rojavayê Kurdistanê ragehandibû.

Basnews
Top