• Friday, 20 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir

Gulan Media January 21, 2016 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir
Roja çarşem 20.01.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Frank Bakêr Balyozê Brîtanya li Iraq û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emniya Iraq û navçeyê û her wiha rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstên Da'îş li parêzgehên Enbar, Nînowa û parêzgehên dinê Iraqê û amadekariyên ji bo azadkirina bajarê Musilê xistin ber behs û guftûgoyan û tekez jî li ser hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hevpeymanan û hêzên Iraqê kirin.

Her li vê kombûnê da di derbarê qeyrana aborî û rêgeyên rûbirûbûna vê qeyranê û her wiha kêşe û qeyranên siyasî û tayîfiyên Iraqê û aştiya nîştîmanî de danustandina bîr û ramanan kirin.

Top