• Friday, 20 February 2026
logo

“Çekdarên Turkiman li Bab û Ezazê gefan li welatiyên Kurd dixun”

Gulan Media January 20, 2016 Nûçe
“Çekdarên Turkiman li Bab û Ezazê gefan li welatiyên Kurd dixun”

Lîwaya Sultan Murad ku ji çekdarên bi regez Turkiman pêkhatiye, dixwaze gundên kurdan li gundewarê Helebê di navbera Ezaz û Babê de dagîr bike û gefan li wealtiyên sivîl li wê deverê dixwe, jibo ku dest ji deverên xwe berdin bi hinceta ku ew dever bûne deverin leşkerî.

Lîwaya Sultan Murad di daxuyaniyekê de ragehand: “Hemû navçeya di navbera Ezaz û Babê de deverek leşkerî ye, em daxwazê ji welatiyan dikin ku gund û deverên xwe bicîbihêlin jibo ku metirsî li ser jiyana wan durust nebe.” Ev pêngava Lîwayê Sultan Murad di demekê de tê ku rêjîma Sûriyê dixwze xwe bighîne wê deverê ku niha du bin kontirola DAIŞê de ye.

Herwiha Tirkiyê herdemê rdighîne ku çênabe hêzên Kurdî devera navbera Ezaz û Cerabliusê kontirol bikin û hersê kantonên Rojavayê Kurdistanê bighînin hev.

Li gorî çalakvanên Kurd ji Ezaz û Babê, ew çekdarên Turkimen dixwazin dosa çekdarên DAIŞê bigrin dema ku ji wê devrê vekşin.

Ji aliyê xwe ve Nûnertiya Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriyê (ENKS) li Babê ragehand ku, daxwaza çekdarên Turkiman ji welatiyan kiriye bi mebesta ku ew dîmografiya wê deverê ye û ew fermanên bi vî rengî têne holê jibo pêkanîna hin armancên siyasî yên hin aliyan. Lewma “Em bi tundî van kiryaran şermezar dikin.”

Tê zanîn ku hin basikên Artêşa Azad di bin bandora Tirkiyê de ne û li gorî gelek çalakvanên gundewarê Helebê Tirkiyê çekan bi şêweyekî rasterast didin wan basikan, herwiah Tirkiyê ji mêj ve hewldanên xwe dide ku Deverek Aram li wê navçeyê avabike, lê ev daxwaza Tirkiyê ji aliyê Amerîka û hin welatên din jî tê.

K24
Top