• Friday, 20 February 2026
logo

Partî: handana xelkê divê rewşê da xîyanete

Gulan Media January 20, 2016 Nûçe
Partî: handana xelkê divê rewşê da xîyanete

Endamekê serkirdayetîya partîya demokrata Kurdistan ragîhand; handana welatîyan divê rewşa hestîyar da xîyanete û rêgirîkirine li bernameyên serkirdayetîya Kurdî divê qonaxê da.

Berpirsê liqa du û endamê serkirdayetîya partî, Elî Hisênî bo malperê fermî yê partîya xwe got: hewleka rijd bo lêdana pêgehê serkirdayetîya Kurdî di astê navdewletî da heye û hindek alî dixwazin bi handana xelkê, vê rewşa hestîyar bo meremên xwe bikarbînin û rêgirîyê li hember bernameyên serkirdayetîya Kurdî, dirust bikin, ev jî mezintirîn xîyanete.

Got jî: ew bi başî di nexweş û qeyranên xelkê dighên û hemû hewlan jî didin, ew mesele di demekê nêzîk da bê çarekirin, bo vê yekê jî, şandeka bilinda herêmê niha li Amerîkaye û hewil didin, welatên cîhanê li ser alîkarîkirina herêmê razî bikin.

War
Top