NATO hebûna xwe ya li Polonyayê zêdetir dike
Sekreterê NATOyê Jens Stoltenberg diyar kir ku hebûna NATOyê li Polonyayê piştî zîrweya tîrmehê ya Varşovayê dê were zêde kirin.
Sekreterê NATOyê Jens Stoltenberg diyar kir ku hebûna NATOyê li Polonyayê piştî zîrweya tîrmehê ya Varşovayê dê were zêde kirin. Di serê biharê de ji bo pergala parastina moşekên NATOyê em ê temel biavêjin.
Sekreterê NATOyê Jens Stoltenberg û Serokomarê Polonyayê Andrzej Duda piştî hevdîtinê li avahiya NATOyê ya Brûkselê civîneke çapemeniyê li dar xistin.
Stoltenberg di axaftina xwe de got, ez bawerim piştî zîrweya Varşovayê hebûna NATO wê li Polonyayê zêde bibe. Em ê di serê biharê temelê avahiyên leşkerî û pergala parastina moşekan biavêjin.
Her wiha Serokomarê Polonyayê Duda jî di civîna çapemenî de rahihand ku em ê ji hatina wesayît, leşker û pergalên parastina moşekên NATOyê bo Polonya û rojhilata navîn kêfxweş bibin. Hêzên NATOyê divê karibin li baskê rojhilat ewlehiyê saz bikin. Li gorî şertên îro, li Ewropaya rojhilat û navîn bêtir pêwistî bi hêz û baregên binerdî heye.
