Goran: Hewldanên YNKê bê berhembûn
Gotûbêjê fermî yê Tevgera Goran Şoreş Hacî di daxuyaniyekî çapemenîde ragehand: ‘’ Pêwîste hemû partî li gel yêk awasaziyekê ji bo Başûrê Kurdistanê bernameyekê darêjin. Lê PDK ciha ku li çareseriyê bigere, tomet ji bo me avakir.’’
Herwaha Şores Hacî hewldanên partiya xwe ya bi Pêşmerge giştîkirinê kir û ragehand: ‘’ Pêwîste Pêşmerge bibe Hêzekî Kurdistanî û mûçe û mafên vî misoger bibe.’’
Gotûbêjê Tevgera Goran bi israrkirina li ser prosesa yasayî Serokatiya herêma Kurdistanê jî ragehand û amaje bi vê yêkê kir ku: ‘’Tevgera Goran berdewam kar kiriye ji bo bi destanîna edaleta(dad)civakî û awasaziya wûzeya Herêma Kurdistanê.’’
Herwaha Şoreş Hacî piştîwaniya partiya xwe ya ji bo boykotkirina medreseyan a ji aliyê mamosteyan bi awayekî sîvîl (medenî) tê kirin û got: ‘’Em dijî dana nîvmûçene ji mamoste û fermanberan re.’’
Li ser pirsekî BasNewsê jî gotûbêjê Tevgera Goran ragehand: ‘’Em daxwaza Kurdistana mezin diken, piştgiriya cudabûna Silêmaniyê li Herêma Kurdistanê pesin naken.’’
Basnews
