• Friday, 20 February 2026
logo

Serokwezîr li gel parêzgarên Kurdistanê civiya

Gulan Media January 19, 2016 Nûçe
Serokwezîr li gel parêzgarên Kurdistanê civiya

Serokwezîr li gel her çar parêzgarên Kurdistanê civiya.

Duh Serokwezîrê hikûmeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi mebesta giftûgo kirin li dor kêşe û arîşeyên heyî li gel her çar parêzgarên parêzgehên Kurdistanê civiya.

Di civîna han de ku her yek ji Cîgirê Serokwezîr û çend wezîrên kabîneyê jî tê de amade bûn behsa rewşa parêzgehan û karûbarên îdareyên hikûmetê, qirîza darayî û rewşa Kurdistanê hate kirin.

Herwiha tê payîn ku îro Serokwezîr li gel stafa wezareta tendirostî jî bicive û behsa rewşa tendirostî û arîşeyên wezareta tendirostî bike.
Top