'Iraq bi rêya Esad 437 milyon dolar dide YBŞ'
Piştî hatina çekdarên DAİŞê û Şengal dagirkir, PKKê hêzekî biçûk ji aliyê rojava de birêkire navçeya Şengalê û piştre jî bi rêya hikûmeta Iraqê destbi avakirina YBŞê kirk u wek Hêza Heşdî Şebî nêzîkatî li gel dike û piştîwaniyê lê dike. Naha ev hêze li nav dezga û saziyên Hikûmetê li Şengalê bicîh bûye û herçend ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê we hatiye xwestin ku ew binkeyane radest bike jî, heta naha amade nînin ku wan binkeyane radest biken.
Li gor agahdariyên ku çavkaniyekî taybet hatin girtin (BasNews) di vê nabeynê de ji aliyê hikûmeta Iraqê we 437 milyon dolar ji vê hêzê re hatiye şandin. Herwaha hat ragihandin ku ev pareye ji aliyê Îraqê we li ser rêya Şam de ji PYD ê re hatiye dayîn û bi rêya PYD ê re geheştiye YBŞê.
Li gor heman çavkaniyê ev hêze naha kesekî bi nave Hesen Seîd Hesen wa serpereştiya vê têkirin û hejmara wan nêzîkî 1000 kesiye û mûçe û maaşê wan ji aliyê Bexdayê we tê dayîn. Herwaha soza ku çek û pêdiviyên leşkerî ji ji wan re hatiye dayîn.
Fermandarê hêzên Pêşmerge Qasim Şeşo ji BasNewsê re axift û got: ‘’Çi peyvendiyek û hevahengiyekî li nav vê hêzê li gel Heşdî Şebî û Hêzên Pêşmerge de tineye.’’
Herwaha Qasim Şeşo got: ‘’Gelek car ji wan hatiye xwestin ku awahiyên li Şengalê berbiden ku Şengal bê te avakirin lê ev hêze hata naha amade nine ku wan awahiya berbide.’’
Herwaha Qaymeqamê navçeya Şengalê Mehma Xelîl diyar kir ev hêze li gel Heşdî Şebî pêdivî û maaşê xwe ji Bexda verdigrin û got: ‘’Ev hêze ji aliyê xelkê dervey Îraqê û Kurdistanê hatiye avakirin û tedaxûl û tecaviz bi axa Şengalê dike.’’
Basnews
