• Friday, 20 February 2026
logo

Alcezire: Serxwebûna Kurdistanê nêze

Gulan Media January 18, 2016 Nûçe
Alcezire: Serxwebûna Kurdistanê nêze

Serxwebûna Kurdistanê li seranserê Cîhanê bûye mijara sereke ya çapemeniyê. Mijara sexwebûna Kurdistanê tene li Rojhilata Navîn ne li hemû cîhanê tê gotûbêj kirin.

Di vê çarçovê de malpera El-Cezîre ya Qeterê di beşa xwe ya İngilîzî de raporek bi navê ‘Will 2016 be the year Iraq's Kurds break free?' weşandiye ku Michael Piizi amade kiriye. Di raporê de wiha tê gotin: ‘Di meha Hezîrana 2014ê de gelek tişt li Îraqê hatin guhertin. DIŞIê karî gelek deverên sinorê Îraqê kontrol bike. Herî berçav jî Mûsil. Rêberên kurd ên siyasî Hêzên Pêşmerge derbasî Kerkûkê kirin û ev deverên din ê Kurdistanê bûye cihekî bi ewle.'

Herwiha di raporê de 100 sal di ser peymana Sykes-Picot re derbas bûye û rêvebirin kurd dixwazin sala 2016an bikin sala dawîanîna li vê xiyaneta dîrokî ku li hember kurdan hatiye kirin û avakirina dewleta serbixwe ya Kurdî li Başûrê Kurdistanê ava bikin.

Rapora wiha dewam dike: ‘Rast e serxwebûnê Kurdistanê bi pirsgirêk e, lê rêberên siyasî yên Kurdistanê di wê baweriyê de ne ku dema herî maqûl niha ye û meqema kurdan bihêz e û şert û merc ji bo ragihandina dewleta Kurdî di dema xwe de ye.'

Herwiha Michael Piizi destnîşan kir ku serkeftinên Hêzên Pêşmerge li hember DIŞIê rewşeke cuda afirandiye ku kurd nêzîkê dewleta serbixwe bûne û wiha dibêje: ‘Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê bi hezaran kîlometre kariye ji terorîstan paqij kirine. Niha Pêşmerge aramî û ewlekariya Kerkûk û navçeyên din ên li derveyî îdareya Kurdistanê ne diparêzin.'

Top