Hêzên Tirk cardin derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn!
Şeva borî hêzên Tirk derbasî nav gundê Hemamê yê girêdayî navçeya Cindirêsê ya Efrînê bûn.
Li gorî agahiyan, hêzên Tirk têlên sînor jî destkarî kirin û wêdetir birin.
Heta niha YPGê li hember vê yekê tiştek negotiye û rêveberiya xweser a Rojavayê Kurdistanê jî bêdeng maye.
Çend roj berê jî hêzên Tirk derbasî nav gundên herêma Cizîrê ya Rojavaêy Kurdistanê bibûn.
Rudaw
