Li Hezexê di pevçûnekê de 3 polîs hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê şevê din dema otomobîla zirxpoş a polîsan derbas dibû bombeyeke ku berê hatibû vedan hat teqandin û di encam de 3 polîsan jiyana xwe ji dest dan û 4 jî birîndar bûn.
Hat zanîn şevê din demjimêrên derdora 23.30an li taxa Yenî ya qezaya Hezexê nêzîkê avahiya şaredariya Hezexê dema otomobîla polîsan derbas dibû bombeyek hat teqatin ku berî hatibû danîn.
Di teqînê de otomobîla polîsan bi tevahî têk çû 3 polîsan canê xwe ji dest dan 4 jî birîndar bûn ku di nav otomobîlê de bûn. Polîsên birîndar û kuştî bi ambulansan bo Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê hatin veguhestin.
Hevdem Fermandariya Cendermeyan a Hezexê jê ket ber êrîşeke çekdarî û dema hêzên ewlekariyê bersiv dan şer di navbera çekdarên nêzîkê PKKê û polîsan de derket. Hat ragihandin ku piştî bûyerê ji navçeya Cizîrê gelek otomobîlên zirxpoş û hêzên ewlekariyê bo Hezexê hatine veguhestin.
Ev demeke li bajarên Bakurê Kurdistanê şerê navbera hêzên ewlekariya Tirk û çekdarên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) berdewam e û rojane ji herdu aliyan mirov dibin qurbanî, bi taybetî jî welatiyên sivîl.
Basnews
