Kirîz kûrtir dibe – Mûçeyê karmendan nivî dibe!
Wezareta Darayî ya Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber kirîza darayî hikûmet nikare mûçeyê karmedan bi temamî bide lewma dê nîvê mûçe bê dayîn.
Di daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku li gorî plana nû, nîvê mûçeyê meha Îlona sala 2015ê dê vê hefteyê were dayîn û dê rojên din jî nîvê din bê dayîn.
Li Başûrê Kurdistanê ji ber kirîza darayî, heta niha mûçeyê 5 mehan nehatiye dayîn.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Bazanî jî beriya niha gotibû, mûçe dê gîro bibe lê ti carî maf û mûçeyê karmendan wenda nabin.
Rudaw
