• Friday, 20 February 2026
logo

Kiliçdaroglu dîsa bû sereokê CHPê

Gulan Media January 17, 2016 Nûçe
Kiliçdaroglu dîsa bû sereokê CHPê
Di 35. Kongereya Partiya Komarî ya Gel (CHP) de Kemal Kiliçdaroglu dîsa wek serokê giştî yê CHPê hat hilbijartin.

Duh paytexta Tirkiye Enqere, 35. Kongreya Partiya Komarî ya Gel (CHP) dest pê kir.

Di kongreyê de tenê parlamenter Mistefa Balbay weke namzet, li hember Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu derket lê ji ber ku nekarî 120 îmzeyan kom bike, dev ji namzetiyê berda.


Balbay tenê 92 îmze kom kirin.


Di kongreya CHPê de Kemal Kiliçdaroglu tenê çû hilbijartinan û ji 1238 dengên hatin bikaranîn, bi 990 dengan dîsa wek wek serokê giştî yê CHPê hat hilbijartin.

Kongreya CHPê dê îro jî berdewan bike.

Rojek berî lidarketina kongreyê, Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di daxuyaniyekê de daxwaza pêkanîna guhertinan di nav CHPê de kiribû.

Serokê Giştî yê CHPê wiha gotibû: “Hemû kes behsa guhertinan dikin, ez jî guherîm, pêwîst e CHP jî biguhere. Ewa ku neguheriye, guhertin bi xwe ye.”

Rudaw
Top