KRÎZ – Civînê 10 saetan berdewam kir
Mijara krîza aborî ya li Herêma Kurdistanê û nedana meaşên fermanberan bûne mijarên sereke yên gotûbêjên Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Duh Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û wezîrên û çend kesayetên tekîldar derbarê wan mijaran de civiyan.
Piştî civînê Qubad Talebanî li ser hesabê xwe yê Facebookê ragihand: “Civîna me niha bidawî hat û 10 saetan berdewam kir.”
Herwiha Talebanî diyar kir, ew ji bo derbaskirina vê krîzê tişta ji wan tê dikin û ji bo peydakirina meaşên fermanberan bi şev û roj dixebitin.
Piştî ku bahayê petrolê di bazara cîhanê de daket, krîza aborî ya li Herêma Kurdistanê gihîşt asta herî bilind.
Rudaw
