Jina şahê Ordunê bersiva wê kovarê da: Alan nemiriba dê bibûya dixtor!
Kovara fransî ya Charlie Hebdo, ku kovareke rexneyî ye û bi karîtoran bûyeran dişopîne û şirove dike û gellek caran jî bi zimanekî tûj vê karî dike, li ser zarokê kurd Alan Kurdî, ku par payîzê li ser rêya Ewropayê di nav deryaya Ege ya Tirkiyê de xeniqî û bû sembola koçberan, karîkatorek belav kiriye û tiştekî kirêt li ser nivîsandiye.
Li ser wê karîkatorê wiha hatiye nivîsandin: “Eger Alan Kurdî nemiriba dê çi lê bihata? Dê mezin bibûya û dest bavêta keçên wî welatî ku mafê penaberiyê daye wî!...”
Kovara han bi vê yekê qaşo xwestiye bûyera destdirêjiya komek koçber li keçên Almanya di pîrozbahiya sersalê de rexne bike lê ev zimanê kovarê bi tundî rastî nerazîbûna kurdan û gelên Rojhilata Navîn hat.
Yek ji wan kesên ku li dijî vê karîkatorê derketiye, şahjina Ordunê Raniya ye. Şahjina Ordunê bi karîkatorekî bersiva Charlie Hebdo daye û bi zimanê fransî wiha nivîsandiye:
“Eger Alan Kurdî nemiriba dê bibûya dixtor, mamosta yan jî bavekî dilsoz…”
Karîkatora ku şahjina Ordunê belav kiriye
Ji aliyekî din, Peyamnêrê Rûdawê li Parîsê, Hejar Ergoşî ragihand, li Ewropa û Fransayê wê karîkatora Charlie Hebdo bi qasî ku li Kurdistan û Rojhilata Navîn deng daye, neketiye rojevê lê hinek rojname û rewşenbîran ew bûyer nirxandine. Hinek ji wan kovar rexne kirine hinekan jî gotine, qesta kovarê ew bûye ku bêje rasîstên Ewropa bi vî rengî hizir dikin…
Rudaw
