Dorpêç radibin – Obama qedexeya kirrîna balafiran li ser Îranê rakir!
Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cevad Zerîf, îro li paytexta Nemsa-Viyennayê bi Kordînatora Siyaseta Derve ya Yekitiya Ewropayê û nûnera koma 5+1 di hevdîtinên etomî bi Îranê re, Federîka Mogherînî re hevdîtin kir.
Di hevdîtinê de Zerîf eşkere kir ku dê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Etomî rapora xwe li ser çalakiyên etomî yên Îranê eşkere bike û ragihîne ka Îranê sozên ku dabûn koma 5+1, bicîh anîne yan na.
Wezîrê Derve yê Îranê her wiha ragihand, piştî wê raporê dê ew û Mogherînî li avahiya NY li Viyenna, daxuyaniyek hevbeş bidin û bi fermî rabûna qedexe û dorpêçên aborî yên li ser Îranê ragihînin.
Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry jî dê li wir be û bi Zerîf re hevdîtin bike.
Ji aliyekî din, Serokê Amerîka Barack Obama, beriya ku dorpêça aborî li ser Îranê bi fermî rabibe, qedexeya firotina balafirên rêwiyan li ser wî welatî rakir û ragihand, dema Îranê sozên xwe bicîh anî Amerîka dikare balafirên nû bifroşe Îranê.
Medyaya Îranê jî ragihandiye, Serokê Ajansa Enerjiya Etomî ya Îranê Elî Ekber Salihî, dema ji Tehranê ber bi Viyenna ve ketiye rê, bi henekî gotiye, emê ji Viyenna bi balafirên nû vegerin Îranê.
Qesta Salihî ji rabûna qedexe û dorpêça kirrîna balafirên rêwiyan bû ku Amerîka, piştî bûyera sala 1979ê ya girtina karmendên balyozxaneya Amerîka li Tehranê danîbû ser Îranê.
Îran û koma 5+1, havîna 2014ê li ser çareserkirina kirîza etomî ya Îranê li hev kiribûn. Li gorî wê rêkeftinê, Îran soz dabûn ku çalakiyên xwe yên etomî bide sekinandin, li hember welatên rojava jî dorpêça li ser Tehranê rabikin.
Rudaw
