• Friday, 20 February 2026
logo

Şandeke Dîplomatîk a Kurdistanê çû Amerîkayê

Gulan Media January 16, 2016 Nûçe
Şandeke Dîplomatîk a Kurdistanê çû Amerîkayê

Şandeke dîplomatîk a Kurdistanê van rojan li Amerîkayê hevdîtinên girîng bi rayedarên payebilind ên Amerîkayê re pêk tîne, beşdarî konferansan dibe û pêwendiyan girêdide.

Van rojan Serokê Dîwana Serokatiyê Dr. Fuad Husên û Serokê Dezgehê Pêwendiyên Derve yên Kurdistanê Felah Mistefa digel Nûnera Kurdistanê ya li Amerîkayê Beyan Samî li paytext Waşîngtona Amerîkayê hevdîtinên girîng pêk anîn.

Di roja yekem a hevdîtinan de bi rayedarên îdarî, endamên kongreyê û pisporan re civîn hatin lidarxistin.
Dr. Fuad Hisên di van civînan de diyar kir ku Kurdistan 1.8 milyon penaberî xwedî dike û ji gelek bajarên Iraqê jî koçber lê bi cih bûne; ev hejmara mirovan barê pişta Kurdistanê girantir dikin.

Di civîna li Senatoya Amerîkayê de Felah Mistefa diyar kir ku Hêzên Pêşmerge li şûna cîhanê bi DIŞIê re şer dike; alîkariya van hêzên çalak ên bejahiyê xizmeta berjewendiya Kurdistan, Iraq û welatên rojavayî dike.
Top