Obama pêşwaziya zanayekî Kurd dike
Zanayê Kurd yê Rojavayê Kurdistanê çû Koşka Spî û li gel Obama civiya.
Penaberekî Kurdê Rojavayê Kurdistanê yê ku çîroka wî li ser rûpela Facebook ya Humans of New York belav bû, ket dilê mîlyonan û herwisa dilê Barak Obama.
Dr. Hemo niha li Amerîka ye. Dema ew li Sûrîyê bû, 7 endamên malbata wî, ligel xanima wî û keça wî hatin kuştin. Jiber we yekê, Hemo tevî keça lawê xwe çûnTirkîyê. Li wir, tîma Humans of New York çîroka wî belav kir.
Wî di axaftina xwe de got ku rewşa zarokên wi ya dêrûnî ne gelekî başê bû û keça wî heşta parçeke mûşekê di laşe wê de ye.
Dr. Hemo got ku ew niha hewil didin li mala xwe ya nû, Amerîka jîyanekê normal birêve bibin.
Dr. Hemo da zanîn ku ew li Wezareta Derve bi zanyarên Amerîkî civîya û Amerîkî bi agahîyên wî û fikren wî gelek kêfxweş bûn. Ew di dawîya hevpeyvîna xwe dide zanîn ku serbilindiyeke jibo wî ku bi Obama re rûnişt jibêr hizrên wî gelek nezîkî yên Kurdanê.
