Demirtaş: Yên êrişî Çinarê kirin gerek daxwaza lêborînê bikin
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş di konfranseke rojnamevanî de li bajarê Amed ê Bakurê Kurdistanê tekezî li ser helwesta xwe û HDPê bo piştgîrîkirin li daxwaza Xweseriyê kir.
Demirtaş bêyî ku amaje bi navê ti kes an aliyekê bike, daxwaz ji encamderên êrişên navçeya Çinar a Amedê kir, ku daxwaza lêborînê li xelkê sivîl bikin.
Demirtaş got: “Ewên ku êrişa Çinarê pêk anîn, ji ber xatirê jinan, zarokan û sivîlan divê daxwaza lêborînê li xelkê bikin.”
Şeva çarşemiyê 14ê Çile ya 2016ê li navçeya Çinar Amedê êriş navenda Rêveberiya Asayişê hat kirin û di encamê de 5 kes hatin kuştin û 39 kesên din jî birîndar bûn.
Rudaw
