• Friday, 20 February 2026
logo

Li paytexta wî welatî, 6 teqîn li dû hev çêbûn!

Gulan Media January 14, 2016 Nûçe
Li paytexta wî welatî, 6 teqîn li dû hev çêbûn!
Li paytexta Endoneziya-Cakarta, çend teqîn li pev hev çêbûn, di encamê de herî kêm 6 kes hatin kuştin ku 3 jê polîs in.

Îro danê sibê li paytexta Endoneziyayê, Cakarta, çend teqîn li dû hev çêbûn.

Li gorî agahiyan, tê gotin ku 6 teqîn çêbûne ku herî kêm yek ji wan teqînan, êrişa xwekujî bûye.

Polîsê Endoneziya ragihandiye, di encama wan teqînan de herî kêm 6 kes hatine kuştin ku 3 jê polîs û yên din jî sivîl in, gellek kes jî birîndar bûne.

Serokomarê Endozneziya jî ragihandiye, ew bûyer û teqînên îro, êrişên terorîstî bûne.

Rudaw
Top