PKK: Teqîna Stenbolê ji aliyê MÎTê ve hatiye kirin!
Hevserokê KCKê Cemîl Bayîk, di gotarekê de ku di rojnameyên Ozgur Polîtîka û Azadiya Welat de hatiye belavkirin, li ser teqîna roja 12ê vê mehê ya li Meydana Sultanahmed a Stenbolê gotiye, ew teqîn ji aliyê “Gladyoya Koşkê” (qesta wî Erdogan e) ve hatiye plankirin û ji aliyê baskên MÎTê yên di nav DAIŞê de jî hatiye encamdan.
Cemîl Bayîk ji bo îsbatkirina wê gotina xwe jî wiha gotiye:
“Gladyoya Koşkê ji bo rûçkê hikûmeta AKP'ê spî bike û ji bo ku Ewropa û Amerîka pê re hevkariyê bikin, planeke bi vî awayî xistiye dewrê. Bi saya vê komkujiyê, him dixwaze îmaja xwe sererast bike him jî dixwaze di xitimîna xwe ya di şerê li hemberî Tevgera Azadiya Kurd de piştgiriya wan welatan werbigire.”
Hevserokê KCKê her wiha aniye ziman ku Serokê MÎTê Hakan Fîdan beriya niha jî gotibû, “Ez dikarin ji aliyê Sûriyê de çen mûşekan bavêjim Tirkiyê û hêceta ketina Sûriyê çêbikim!” Ev jî nîşan dide ku çiqas bandora MÎTê li ser DAIŞê heye.
Di teqîna Stenbolê de, herî kêm 10 kes hatibûn kuştin û 15 kes jî birîndar bibûn. Piraniya kuştî û birîndaran tûrîstên Almanî bûn.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gotibû, teqîna Stenbolê, êrişa xwekujî ye û ji aliyê kesekî Sûrî ve hatiye kirin.
Rudaw
