Nêçîrvan Barzanî: Bo azad kirina Mûsilê pêdiviya Îraqê bi demê heye
Serokwezîrê Kurdistanê dibêje Îraq pêdiviya xwe bi 6 mehan heye bo azad kirina Mûsilê.
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvînekî de li gel kenala CCNya Amerîkî eşkere kir ku şerê azad kirina Mûsilê ne şereke asane û bo azad kirina vê bajarê û amade kirina artêşa Îraqê bo vê yekê Îraq pêdiviya xwe bi 6 mehan heye.
Serokwezîrê Kurdistanê di berdewamiya axaftinên xwe de eşkere kir ku Mûsil gelek girînge hem bo Kurdistan û him jî bo terorîstên DIŞIê.
Derbarê bendava Mûsilê de jî Barzanî eşkere kir ku eger ev bendava han têkbiçe vê demê vê karesat çê bibin lê tê gotin ku vê bilez kompaniyek dest bi çareser kirina kêşeya vê bendavê dike.
Serokwezîr di berdewamiya axaftinên xwe de anî ziman ku heta niha zêdetir ji 2 hezar û 400 kes ji destê terorîstan hatine azadkirin û tekez li ser vê yekê jî kir ku Kurdistan pêdiviya xwe bi hevkariya zêdetir ya civaka cîhanî heye daku bikarêbe DIŞIê ji nav bibe.
