• Friday, 20 February 2026
logo

Biryara Dadgeha Mafên Mirovan bû cihê niqaşan

Gulan Media January 14, 2016 Nûçe
Biryara Dadgeha Mafên Mirovan bû cihê niqaşan

Biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya di warê qedexekirina derketina derve de ya li bajarên Bakurê Kurdistanê bû cihê niqaşên siyasî. AKP û MHPê biryar erênî nirxandin lê belê CHP û HDPê rexne li biryarê girtin.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê serîlêdana bo qedexekirina derketina derve qebûl nekir. Ev biryara Dadgehê ji aliyê hikûmeta AKPê ve erênî hat nirxandin û ev yek jî bû cihê niqaşan.

Parlamenterê HDPê yê Mêrdînê Mîthat Sancar nerazîbûn nîşanê şîrovekirina biryarê da û got: “Redkirina daxwaza bergiriyê ya lezgîn wekî ku qedexekirina derketina kolanan li gorî standartên dadgeha mafên mirovan e tê şîrovekirin. Ev yek şaş e. Ev serîlêdaneke taybet e. Mijareke teknîkî ye.”

MHPê jî biryar erênî nirxand û bal kişand ser daxwaza Serokê Giştî yê MHP Bahçelî a bo ragihandina birêvebirina awarte ku ji aliyê hikûmetê ve nehatibû pejirandin.

Cîgirê Serokê Koma MHPê Erkan Akçay derbarê mijarê de wiha axifî: "Evana sererastkirinên destûrî û hiqûqî ne. Diyar e ku raye û berpirsiyarî li ser kê ye. Lê niha pirsgirêkên li Sur û Cizîrê bi sed qatî ji pirsgirêkên jiber ragihandina birêvebirina awarte derkeve, zêdetir e."

Ji aliyê din ve, hat ragihandin ku serîlêdanên bo qedexekirina derketina kolanan were rakirin berdewam e. Lê belê divê pêşî Dadgeha Bilind serîlêdanê bighîne encamekê û paşê wê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryarê bide.

K24
Top