• Friday, 20 February 2026
logo

Li Qoserê 4 kes hatin kuştin

Gulan Media January 13, 2016 Nûçe
Li Qoserê 4 kes hatin kuştin

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê pevçûn derket, Di encamê de 4 PKK'îyan canên xwe ji dest dan.

Li Qoserê, hêzên ewlehiyê, ketin dûv otombîlên ku jê bigûman in û piştî demekê gulebaran kirin. Di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar hate girtin.

Hêzên ewlehîya Tirkiyê, ragehand, ku kesên di nav otombîlê de gule bi ser polîsan de daye. Lê hin çavkanî destnîşan dikin, pevçûn derneketiye, wesayîteke zirxî ya polîsan yekser gule reşandiye ser kesên ku di nav otomîlê de bûn.

Li navçeya Farqînê ya Diyarbekirê jî, leşkeran dema xwestin otombîlekê rawestînin pevçûn derket, di encamê de kesek birîndar hate girtin û 2 kes jî reviyan.

K24
Top