• Friday, 20 February 2026
logo

Parêzgarê Kerkûkê hêrs bû: Yên nerazî ne bila tevlî DAIŞê bibin!

Gulan Media January 13, 2016 Nûçe
Parêzgarê Kerkûkê hêrs bû: Yên nerazî ne bila tevlî DAIŞê bibin!
Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm bi tundî bersiva wan kesan da yên ku li dijî lêdana xendeqê li derdora Kerkûkê ne.

Di van demên dawiyê de beşek ji tirkmen û erebên Kerkûkê li dijî lêdana xendeqan li derdora Kerkûkê derdikevin.

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm, di daxuyaniyeke nivîskî de bersiva wan kesan da û got, yên ku li ser lêdana xendeqê li eniya şer gotinên vala dibêjin, naxwazin Pêşmerge di şer de bi ser bikeve.

Parêzgarê Kerkûkê behsa lêdana xendeqan di serdema pêxemberê îslamî Hz. Mihemed kir û got, pêxember di şer de li dijî neyarên îslamî xendeq lêdida. Me jî li dijî dijminê herî bihêz ê cîhanê xendeq lêdaye.

Necmedîn Kerîm bang li wan kesên ku naxwazin xendeq bê lêdan, kir û got, bila biçin deverên ku di bin destê DAIŞê de ne.

Ev heyamek e li tevahiya eniyên şerê Pêşmerge û DAIŞê, xendeq tên lêdan ji bo qahîmkirina çeperên Pêşmerge.

Rudaw
Top