Serokê Ketlonya nexşeya serxwebûnê danî
Karlos Bodçimon doh 12 Çile dest bi karê xwe kir wek Serokê Herêma Ketlonya, Ev serok nexşeyek ligel wî ye jibo amadekirina zemîneya cudabûna Ketlonya ji welatê Ispanya.
Bi vê yekê Şahê Ispanya tundtirîn mersûm di temenê wîlayeta xwe de pesend kir, ji dema ku li ser textê deselatê di sala 2014 de rûniştiye, jiber ku îro mersûmê destbikarbûna serokê cudaxwaz ê Herêma Ketlonya kir.
Ew rojnamevanê ku niha temenê wî 53 sale, berî niha Serokê Şaredariya Cîrona bû, dema ku encamên hilbijartinan bidawî bû kir qîrîn: “Bijî Ketlonya ya azad.”
Li gorî plana vê serokê cudaxwaz, dê piştevaniya kartê taybet p gêncan bike û ji niha de dest bi damezirandina fermanberên gencîne kiriye.
Hejmara nişteciyên Herêma Ketlonya 7.5 milyon kes e, rejeya wan beramberî xelkê Ispanya dike 20%, di sala 2010 de bîroka cudabûna Ketlonya ji Ispanya gurtirbû bi sedema qeyrana darayî li wî welatî.
Cudaxwazên Ketlonî daxwaza rîfrandomê li ser mafê çarenivîsa xwe dixwazin. Heman rîfrandom di sala 2014 de li Skotlanda encamp da lê xelkên Skotlanda biryara mana xwe di hindirê Brîtanya de dan.
Basnews
