Li Sine teqîn – Kesek mir, yek jî birîndar bû!
Duh êvarê li bajarê Sine li taxa Îslam Abadê, boriya gazê teqiya ku di encamê de 3 xanî hilweşiyan.
Li gorî medyaya Îranê, di bûyerê de her wiha kesek ji ber tirsa dilê wî sekinî û jiyana xwe ji dest da, kesek jî birîndar bû.
Hat gotin ku tîmên rizgarkirinê çûn cihê bûyerê û kesê birîndar gihandin nexweşxanê.
Berpirsê navenda vemirandina agir a Sine, Morteza Sineyî derheqê bûyerê de got, li wê taxa bajêr gaz ji boriyê derketiye lê ti kes pê nehesiyaye. Dema gaz hatiye bikaranîn, borî teqiyaye û ew bûyer çêbûye.
Rudaw
