Ranya piştevaniya Bakurê Kurdistanê dike
Di wê xwepêşandanê de Serokê ŞAredariya Ranya Serdar Ehmed daxuyaniyek xwend têde daxwaz li Civata Navdewletî û welatên Ewropa kirk u beramberî kiryarên Tirkiyê bê deng nemînin û fişarê li Hikûmeta Tirkiyê bikin jibo bi zûtirîn dem dawî bi vê rewşa xirab bînin.
Di beşekî din ji daxuyaniyê ku kopiyek bo BasNews hatiye şandin hatiye: “Em daxwazê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku helwêstekî rijd bigre beramberî tiştê ku li bakurê Kurdistanê dibe û daxwazê ji Hikûmeta Tirkiyê bike ku riya aştiyê pişopîne û bi riyên siyasî hemû pirsgirêkan çareser bike.”
Basnews
