• Friday, 20 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Lazime civaka cîhanî di warê mesrefên şer de hevkariya Kurdistanê bike

Gulan Media January 13, 2016 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Lazime civaka cîhanî di warê mesrefên şer de hevkariya Kurdistanê bike

Mesrûr Barzanî li gel Konsulusê Îtaliyayê civiya.

Duh Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulusê Îtaliyayê yê li Îraqê Marco Carnelos kir.

Di civînê de Mesrûr Barzanî eşkere kir ku zextên darayî yên li ser hikûmeta Kurdistanê roj bi roj zêdetir dibin û ew yek jî erkê Kurdistanê di şerê dijî DIŞIê de zehmettir dike lewre lazime di warê mesrefên şerê dijî DIŞIê de civaka cîhanî hevkariya Kurdistanê bike.

Mesrûr Barzanî herwiha diyar kir ku piştî ew qirîzên han yên ku rastî Kurdistanê hatine bi taybetî di warê bicîh kirina nêzî du miliyon penaberan û herwiha qut kirina bûdceya Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve, dabezîna buhayê petrolê, erkê Kurdistanê di warê birêvebirina erniyeke şer ya bi dirêjahiya 1050KM gelek dijwar bûye.

Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de diyar kir ku pêşmerge di şûna tevahiya cîhanê de şerê dijî terorîstên DIŞIê dike lewre lazime baştir xizmeta pêşmerge were kirin û ew yek jî erkê civata cîhaniye û lazime li gel hevkariyên leşkerî de jî di warê darayî de jî hevkariya Kurdistanê bike daku karibe di dema xwe de mûçeyên pêşmerge dabîn bike û erkê hikûmeta Kurdistanê di warê darayî û mesrefên şer de were sivêkkirin.

Li hember de jî Carnelos jî derbarê şerê dijî DIŞIê de spasiya Kurdistan û hêzên pêşmerge kir û pêşmerge weke hêza yekane yaku di warê bejayî de şerê DIŞIê dike bi hêzeke bibandor wesif kir û soza vê yekê de ku babeta piştgîrî kirina darayî ji Kurdistanê bixe rojeva hevpeymanan û tekez li ser vê yekê kir ku Kurdistan endamekî serekî ya hevpeymaniye jiber vê yekê erkê civata cîhaniye ku hevkariya Kurdistanê bike.

Nav hatî eşkere kir ku dixwazin hijmareke psporên leşkerî bo hevkarî kirina pêşmerge bişînin Kurdistanê.
Top