Îtalya komek pisporên leşkerî yên din dişîne Kurdistanê
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî duh danê êvarê pêşwazî li balyozê Îtalya li Iraqê Marko Karnîlos û şanda pê re kir.
Li gorî malpera fermî ya Hikûmeta Kurdistanê, di hevdîtinê de ku Marko Karnîlos pesnê mêrxasî û lehengiya Pêşmerge di şerê DAIŞê de da û spasiya gel û hikûmeta Kurdistanê jî kir ji bo hewandina ewqas koçber û penaber.
Li gorî nûçeyê, Karnîlos her wiha eşkere kir ku Îtalya dê li ser alîkarîkirina Pêşmerge di şerê DAIŞê de berdewam be û dê tîmeke pisporên leşkerî ya din bişîne Kurdistanê.
Serokwezîr Barzanî spasiya Îtalya kir ji bo alîkariyên leşkerî û mirovî û daxwaz kir ku alîkariyên mirovî ji bo koçber û penaberan zêdetir bin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê derheqê şandina pisporên leşkerî jî kêfxweşiya xwe anî ziman û ragihand, Kurdistanê amade ye her cure hêsankarî û alîkariyekê ji bo wan pisporan bike.
Hat gotin ku di pêşwazîkirina şanda Îtalî de, Wezîrê Samanên Sirûştî Aştî Hewramî, Wezîrê Navxwe û Wezîrê demkî yê Pêşmerge Kerîm Sincarî, Wezîrê Plandanînê Elî Sindî û berdevkê Hikûmetê Sefîn Dizeyî jî amade bûn.
Rudaw
