• Friday, 20 February 2026
logo

'Em dikarin di demekî ji 280 rojan kêmtir, li Kurdistanê referandûme pêkbînin'

Gulan Media January 12, 2016 Nûçe
'Em dikarin di demekî ji 280 rojan kêmtir, li Kurdistanê referandûme pêkbînin'

Serokê Komîsyona Serbixwe ya Bilind Hindirên Mihemed, ji bo hilbijartin û rapirsiya li Herêma Kurdistanê, bi gotûbêjekî taybet de li gel BasNews ê nirxandinên giring li ser referendum û rapirsê kirin

Komîsyona Serbixwe ya Bilind, bi armanca hibijartin û rapirsî li Kurdistanê ji 01.03.2015 de destbi kar kir û çavlirê ye ezmûna xwe ya yêkem jî, ji bo rapirsî û serxwebûna Kurdistanê pêkbîne. Herwaha di sala 2017 de hilbijartina Parlemana Kurdistanê û hilbijartina Serokatiya Herêma Kurdistanê jî dikeve ser milevan.

Hindirên Mihemed aşkrea kir: ‘’Referandûm ji bo serxwebûnê mafeke rewa yê hemû gelane ku çarenivîsa xwe diyar bike. Amadekariyên Komîsyona Serbixwe ya Kurdistanê ji bo encamdana referandûmê, pêwîste bi awayekî fermî serlêdan li me bête kirin û em jî bikarin xwe ji bo rapirsê amade bikin û vê demê kêmtir biken. Em wek Komîsyona Kurdistanê vê hewl biden ku di demekî herî kurt de wê referandûmê pêkbînin.’’

Herwaha Hindirên Mihemed got: ‘’Ji bo me referendum pêkanîn hêsantire. Hilbijartinên parleman zihmete. Referandûmê de tomarkirina navên partiyên siyasî tê de nine, herwaha tomarkirina navên namzeta nine û ev amûrên ku bêne bikaranîn jî cuda ne.’’

Di direjeya axaftina xwe de Hindirên Mihemed got: ‘’em dikarin ji 280 roj kêmtir di demekê de referandûmê pêkbînin. Lê pêwîste bi awayekî fermî ji me bête xwestin.’’

Li ser pirsa Herêma Kurdistanê dikare bê Bexdayê referandûmê pêkbine, Hindirên Mihemed got: ‘’Li gor yasa em wek Komîsyon berpirsyarin li hemû amadekariyên referendum li ser asta Kurdistanê de û Bexda çi rolekî di vî alî de nine. Raste peyvendiyek alîkarî kirin ligel yêk bi Komîsyona Bexdayê re heye. Lê ji bo rapirsî û referandûmê tu mecbûriyetek yan berpirsyariyek nine.’’

Basnews
Top