Tankê li kamyonan da: 30 kamyon şewitîn!
Li gorî medyaya Tirkiyê, şeva borî li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, ku nêzîkî mehekê ye qedexeya derketina derve lê didome û şerekî giran di navbera hêzên Tirk û şervanên kurd de heye, tankên Tirkiyê garaja kamyonan dan ber topan.
Li gorî agahiyan, di bûyerê de herî kêm 30 kamyon şewitîn û gellek kamyon jî ziyan dîtin.
Rudaw
