DAIŞê êriş kir: 100 kes hatin kuştin
Peyamnêrê Rûdawê li Diyala Xalid Ezîz ragihand: "Teqîna yekem li taxa Esrê û di nav çayxaneyeke de bû û teqîna duyem jî li nêzîkî mizgevta Nazende Xatûn û piştî derketina xelkê ji mizgevtê bû û di encama her du teqînande bi dehan kes hatine kuştin."
Herwiha peyamnêrekî din ê Rûdawê Helo Mihemed li ser teqîna duyem agahiyên hûr dan me û ragihand, teqîna duyem piştî teqîna yekm derket holê û got: "Di dema lihev kombûna hêzên ewlehiyê û welatiyan û rakirina kuştî û birîndaran û veguhastina wan bo nexweşxaneyê de, otomobîleke bombekirî ku kesekî xwekuj têde bû, xwe di nav hêzên ewlehiyê û welatiyên sivîl de teqand û di encamê de hejmareke zêde ya welatiyan û hêzên ewlehiyê hatin kuştin."
Li gor agahiyên ku gihîştin Rûdawê di encama her du teqînan heya niha zêdetirî 100 kesan hatine kuştin û bi dehan birîndar jî hene.
Endamê Encumena Parêzgeha Diyala Zahîr Tahîr jî derbarê teqînan de aghiyê Rûdawê piştrast kirin û da zanîn: "Niha hatinûçûn li Şarebanê hatiye qedexekirin, çimkî li gor zanyariyên dezgehên ewlehiyê 2 otomobîlên din ên bombekirî di nav wî bajarokî de hene ku hewla teqandina wan jî heye."
Piştî her du teqînan, rêxistina DAIŞê di demek kurt de berpirsatiya teqînan girte ser xwe.
Rudaw
