• Friday, 20 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Hevkariyên ku hatine têrê nakin

Gulan Media January 11, 2016 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Hevkariyên ku hatine têrê nakin

Mesrûr Barzanî li gel Cîgirê wezîrê berevanî yê Komara Çek civiya.

duh Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya heyeteke Komara Çek bi Serokatiya Cîgirê wezîrê berevanî yê vê welatî Jakub Landovsky kir.

Di civînê de ku her du Konsulusên Komara Çek yên li Bexday û Hewlêrê jî tê de amade bûn, Landovsky li hember jêhatîbûn û qurbanîdana hêzên pêşmerge di şerê dijî terorîstên DIŞIê de spasiya hikûmeta welatê xwe pêşkêşî hêzên pêşmerge kir û ragehand ku Komara Çek vê hevkariyên xwe yên di warê leşkerî û perwerde kirinê de bo hêzên pêşmerge û hêzên ewlekarî yên Kurdistanê bidomîne.

Li hember de jî Mesrûr Barzanî spasiya gel û hikûmeta Komara Çek kir bo hevkariyên ku heta niha pêşkêşî hêzên pêşmerge kirine û ragehand ku ji nav birina terorîstên DIŞIê pêdiviya xwe bi hevlên hevbeş yên tevahiya aliyan heye.

Mesrûr Barzanî herwiha diyar kir ku ew hevkariyên ku heta niha hatine şandin ne li gor berfirehî û asta şera heyiye û got: Lazime bo ji nav birina terorîstên DIŞIê di warê pêdiviyên leşkerî de hêzên pêşmerge zêdetir werin pir çekkirin û pêdiviya me bi hevkariya navnetewî heye.

Di berdewamiya civînê de Jakub eşkere kir ku terorîstên DIŞIê metirsîne bo ser ewlekariya tevahiya cîhanê û em weke Komara Çek bi başî ji kêşe û pêdiviyên Kurdistanê fêm dikin û em amadene weke Komara Çek zêdetir hevkariya hêzên pêşmerge bidin û pêdiviyên wan dabîn bikin.

Di berdewamiya civîna han de Mesrûr Barzanî behsa sedemên derketina terorê û herwiha rêbazên çawetiya ji nav birina terorê li ser asta deverê û cîhanê de kir û eşkere kir ku lazime li gel rêbazên leşkerî di warê îdeolojîkî, malî û çandî de jî şerê dijî terorîstan were kirin.

Di berdewamiya civînê de behsa rewşa siyasî û ewlekarî ya Îraq, deverê û herwiha berfiretir kirina têkiliyên navbera Kurdistan û Komara Çek hate kirin.
Top