• Friday, 20 February 2026
logo

Aliye Nûsêyf: Piştî xendeqa Barzanî serxwebûnê vê raghîne

Gulan Media January 11, 2016 Nûçe
Aliye Nûsêyf: Piştî xendeqa Barzanî serxwebûnê vê raghîne


Parlemanterekî Îraqê aşkere kir Serokê Herêma Kurdistanê bendewriya temam kirina xendeqên li sinorê Herêma Kurdistanê û navçeyên dabiriye, piştî temam bûna wan xendeqan vê dewleta Kurdî ragîhîne

Ji bûroya taybet a Aliye Nûsêyf ve ku parlemanterê Dewleta Yasa ye, ji BasNewsê re belavokek hat birêkirin û belavokê de tê gotin: ‘’Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî biryar daye xendeq li devrûberê Kurdistan û navçeyên pirsgirêk li ser heye bê kolan. Ne ku devrûberê Îraqê xendeqan dikole, li dervey sinorên Îraqê xendeqan dikole.’’

Herwaha di berdevama belavoka xwe de navborî dibêje: ‘’Kolana xendeqa ji aliyê şirketekî Fransayê ve tê kirin. Barzanî fermî biryar daye. Ya baş em bilez xwe li Mesûd Barzanî cuda bikin, ji ber ewan li zûwe xwe li me cuda kiriye.’’

Basnews
Top