Encamên şer û qedexeyên li Bakurê Kurdistanê giran in
Bi taybetî piştî hilbijartinên 7ê Hezîrana 2015an û îlankirina Rêveberiyên Xweser li Bakurê Kurdistanê alozî ranewestiyan û encameke giran li pey xwe hiştin.
Di 6 mehên dawî de li bajarê Wanê û navçeyên Silopî, Cizîr, Nisêbîn, Kerboran û Sûrê herî kêm 160 kesên sivîl canê xwe ji dest dane. Derdora 50 cenaze hê jî nehatine definkirin. Hêzên Çekdar ên Tirkiyê dibêjin hete niha 384 endamên rêxistinê hatine kuştin lê çavkaniyên nêzîkî rêxistinê vê yekê red dikin. Li gorî agahiyên fermî heta niha 190 kesan ji hêzên ewlehiya Tirkiyê canê xwe ji dest dane.
Qedexeya derketina kuçe û kolanan cara ewil 16ê Tebaxa 2015an li navçeya Gimgim a Mûşê hat ragihandin. Di pevçûnên di navbera çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê û Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê de 6 xwepêşandaran canê xwe ji dest dan. Li navçeyê operasyon sekinîne lê rakêşî didome.
Qedexe û pevçûnan herî zêde li navçeya Sûr a Amedê dewam kir; ev derdora 40 rojan e hê jî didome. Heta niha herî kêm 16 kesan sivîl û xwepêşander û 10 endamên hêzên ewlehiyê canê xwe ji dest dane. 4 cenaze hê jî li erdê ne. Bi hezaran malbatan koçî taxên Amedê yên din kirin û şerpeze bûn. Ji ber ko navçeya Sûrê navenda bazirganî û dîrokê bû aboriya bajêr jî têk çû. Bi hezaran kes bêkar man, bi hezaran bazirgan îflas kirin. Alikariya dewletê tarê cebirandina birînên wan nake.
Li bajarê Şirnexê qedexe nehat ragihandin lê ji ber rakirina xendekan hêzên ewlehiyê operasyon kirin û di navbera wan û xwepêşanderan de pevçûn derketin. Cenazeyên du kesên ko di pevçûnan de canê xwe ji dest dane hê jî li erdê de. Ne malbat dikarin bistînin ne jî hêzên ewlehiyê. 8 cenaze jî li depoyeke sar de ne. 6 cenaze jî ji aliyê polîsan ve birîn Silopî û Cizîrê. Dê çawa bêne definkirin hê jî nediyar e.
Heta niha tam 5 caran li navçeya Cizîr a Şernexê qedexe hatiye ragihandin. Qedexeya herî dawî di 14ê meha Kanûna borî de hat ragihandin û hê jî berdewam e. Zarokeke 3 mehî bi navê Mîray Înce û Qumrî Işik a 85 salî jî di nav de herî hindik 37 sivîlan canê xwe ji dest dan. Tankan ji 3 aliyan ve navçe topbaran kir. Bi sedan xanî hilweşiyan û wêran bûn. Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê dibêjin heta niha 252 endamên rêxistinê hatine kuştin, lê rêxistin vê yekê red dike.
Li navçeya Silopî ya Şernexê jî heta niha 27 kesên sivîl canê xwe ji dest dane. Cenazeyê Mele Hesen Sanir 12 rojan li mala wî di nava beteniyekê de ma. Cenazeya Teybet İnan ya 57 sali 7 rojan li koçeya li ber derê malê wê li erdê ma. Dewletê girtîyên li Girtîgeha Silopî bi hêceta ewlehiyê sewqî Şernexê kirin. Sêregvan li ser xaniyên bilind hatin bicihkirin. Hemû rê hatin girtin. Hêzên taybet di avahiyên dewlet û dibistanan de hatin bicîhkirin. Li gorî aliyên fermî li Silopiyayê jî 122 endamên rêxistinê canê xwe ji dest dane, lê derbarê wan de ti agahi nehetine dayîn.
Di 4ê vê mehê de li Taxa Karşiyaka ya silopiyê 3 jin û kesekî hatin kuştin. Endama Meclisa Partiya Herêman a Demokratîk DBPê, Sêvê Demîr, Hevseroka Meclisa Gel ya Silopiyê Pakîze Nayir û aktîvîsta Kongreya Jinên Azad Fatma Uyar hatin kuştin. Cenazeyê Îslam Atak yê 20 salî piştî 3 rojan hate teşhîskirin. Rojnamevanê Ajansa Dîcleyê Nedîm Oruç hat girtin, derdora 60 kesan hatin desteserkirin.
Li Nisêbîn a Mêrdînê jî 7 caran qedexeya derketina derve hat ragihandin û 5 kesan canê ji dest dan. Qedexeyê 4 rojan berdewam kir. Li navçeya Kerboran a Mêrdînê jî 2 caran qedexe hat ragihandin û 19 rojan berdewam kir. Di pevçûnan de 5 kesan canê xwe ji dest dan.
Di encama pevçûnan de hejmarek mizgeft û dêr hatin şewitandin, îbadet li mizgeftan nehat kirin. Dibistan kavil bûn, bihezaran xwendekar ji perwerdeyê dûr man. Nexweşan nekarîn biçin nexweşxaneyan. Bi sedan xanî hatin şewitandin, hilweşandin û konkirin. Bi sedhezaran kes koçî bajaran kirin. Malbat belav bûn, cîran û ji hev dûr ketin. Aborî têk çû. Zewac, govend û dîlan nehatin kirin. Taziye nehatin danîn. Derûniya zarok, dayîk û bavan xira bû. Çavdêrên siyasî dibêjin, tehrîbatên ko li herêmê pêk hatine dê bi salan jî neyên nûkirin.
Pirsên ko xelk dikin wiha ne: Gelo dê çawa miriyên xwe ji bîr bikin, gelo xelkê ko koçî bajaran kirine dê çawa vegerin, gelo ew dê çawa xaniyên xwe nû bikin, dê çawa perwerdeya zarokên xwe temam bikin, gelo dê dîsa xendek bêne kolandin û qedexe bêne ragihandin?
K24
