“Ew û Ocalan, li ser Elewîtiyê devojenî hev bûne!”
Çend roj berê hat gotin ku 2 girtî ji wan 5 girtiyên ku li girava Îmraliyê li ba Ocalan dimînin, bo girtîgeha Sîlîvrî ya Stenbolê hatine veguhestin.
Rayedarên HDP û PKKê veguhestina wan girtiyan bi wê yekê ve girêdan ku dewleta Tirk “sekretertiya Ocalan” ji hev belav kir. Çimkî ew girtî, di heyama pêvajoya çareseriyê de û “ji bo ku sekreteriyê ji Ocalan re bikin” bo Îmraliyê hatibûn veguhestin.
Lê nivîskarê tirk Ebdulqadir Sevlî, ku kesekî nêzîkî AKP û hikûmetê ye, di nivîsa xwe ya îro de, ku di rojnameya Yenî Şafakê de hatiye weşandin, îdia kiriye ku ew her du girtiyên ku ji Îmraliyê hatine veguhestin, li ser daxwaziya Ocalan hatine veguhestin.
Ebdulqadir Sevlî daye zanîn ku dema Ocalan û ew girtî derketine hewşa girtîgehê, li ser mijara elewîtiyê devojenî hev bûne. Ocalan gotiye elewîtî meseleyek kulturî ye, wan jî bertek nîşan nedane. Bi vî rengî di navbera wan de alozî derketiye. Her wiha Ocalan ji wan girtiyan ketiye şikê û wisa pê hesiyaye ku xizmên wan girtiyan derheqê wî de peyaman dibin û tînin. Ji ber wê jî daxwaz kiriye wan girtiyan ji wir derxînin…
Rudaw
