• Friday, 20 February 2026
logo

YNK: Nabe êdî him Serokê Kurdistanê hin jî Serokê Hikûmetê ji PDKê bin!

Gulan Media January 11, 2016 Nûçe
YNK: Nabe êdî him Serokê Kurdistanê hin jî Serokê Hikûmetê ji PDKê bin!
Hat zanîn ku Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), projeyek ji bo parvekirina desthilatê amade kiriye. Tê gotin ku YNKê di wê projeyê de gotiye nabe êdî kursiyên Serokatiya Kurdistanê û Serokatiya Hikûmetê bi hev re di destê PDKê de bin.

Li gorî agahiyên Rûdawê, YNKê projeyek amade kiriye û dê bi PDKê re li ser wê projeyê hevdîtin bike. Tê gotin ku tevahiya baskên YNKê li wê projeyê razî ne û pesend kirine.

Rayedarekî pilebilind ê YNKê, ku haya wî ji projeya han heye, ji Rûdawê re behsa wê projeyê kir û got, projeya YNKê li ser bingehê “lihevhatin-tewafoq” hatiye amadekirin çimkî li Kurdistanê pîvanên “pirranî û kêmanî” bi kêr nayên.

Wî rayedarê YNKê, ku nexwest navê wî were eşkerekirin, da zanîn ku proje ji 3 pêşniyaran pêk hatiye; Her partî yan lîsteya ku di hilbijartinan de bibe yekemîn kursiya Serokatiya Kurdistanê bibe para wê, partî û lîsteya ku di hilbijartinan de bibe duyemîn jî bibe xwediyê kursiya Serokatiya Hikûmetê û partî yan lîsteya ku bibe sêyemîn jî bila kursiya Serokatiya Parlamentoyê bistîne.

Endamê Serokatiya PDKê Dilşad Şehab li ser projeya YNKê ji Rûdawê re got, li gorî min ev parvekirineke baş nîne çimkî bi vê yekê em di warê demokrasiyê de dê gellekî paşde biçin.

Dilşad Şehab, ku endamê şanda PDKê ya hevdîtinan e jî, diyar kir ku projeya YNKê li dijî pîvanên qanûnî ye û ne mumkin e were pesendkirin. Eger ev proje were pesendkirin dê şûna Destûrê bigire û Destûrê binpê bike. Şehab her wiha got, em naxwazin mîna Iraqê bin.

Wî rayedarê PDKê anî ziman ku helbet ew tevahiya wê projeyê red nakin lê dibe ku mirov pêşniyarên wisa di dema hilbijartinan de yan jî piştî hilbijartinan gotûbêj bike.

Berpirsê Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar li ser vê yekê ji Rûdawê re got, nakokiyên PDK bi her partiyekê re bandoreke mezin li ser rewşa Kurdistanê nake. Rewşa YNKê jî mîna ya PDKê ye. Lê eger pêwendiyên PDK û YNKê xirab bibin dê bandorek meizn li ser rewşa Kurdistanê bike ji ber wê jî divê PDK û YNK nêzîkî hev bibin û rêkeftinek nû îmze bikin.

YNK û PDKê, roja 27ê Tîrmeha 2007ê rêkeftinek îmze kirin ku wek “Rêkeftina Stratejîk” dihat nasîn. Li gorî rêkeftinê, tevahiya desthilata Kurdistanê heta hilbijartinên 2014ê bi ser wan partiyan de hatibû parvekirin.

Rudaw
Top