Zanayekî Kurd beşdarî civîna Kongresa Amerîkayê dibe
Serokê Amerîkayê zanayekî Kurd ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê vexwend civîna Kongresê ku biryar e sibe were sazkirin.
Li gor rojnameya USA Today a Amerîkayê, zanayê Kurd ê ku bo civîna Kongresa Amerîkayê hatiye vexwendin navê wî Rifayî Hemo, ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ye û li Tirkiyê penaber e."
Ji aliyê xwe ve jî Serokê Amerîkayê Barak Obama ew zanayê Kurd wek "jêdera dahênanê" binav kir. Herwiha ekterê Amerîkayê Edward Norton bi kampanya komkrina alîkariyan bo zanayê Kurd rabûbû.
Di sala 2013an de, zanayê Kurd Rifayî Hemo piştî kuştina jin û keçeka wî ligel 5 kesên din ji malbata wî ji taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê koçberî Tirkiyê bûbû.
Hemo li ser malpera xwe ya Facebookê daxuyaniyek belav kirbû û gotibû: "Ez bawer im hê derfet li pêşiya min heye ku gelek guherînan li cîhanê bikin, loma divê mafê dahênanê ji Amerîkayê werbigirim. Hemo daxwaza cihekî aram kir ku tê de lîkolînên xwe berdewam bike û rêz li zaniest were girtin.
Rudaw
