• Friday, 20 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya şandekî Wezareta Bergiriya Komara Çek kir

Gulan Media January 11, 2016 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya şandekî Wezareta Bergiriya Komara Çek kir
Roja dûşem 11.01.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî Wezareta Bergiriya Komara Çek ya bi Serokayetiya Jakub Landoveskî Cîgirê Wezîrê Bergiriya Komara Çek ya karubarê siyasî û stratejî kir.

Li hevdîtinê de Cîgirê Wezîrê Bergiriya Komara Çek xweşhaliya xwe ji bo serkeftinên gelê Kurdistanê ya li şerê terorîstan nîşanda ku bi azayetî û qurbanîdana Pêşmerge pêkhatiye û ragihand ku welatê wan li pêşkêşkirina hevkariyên serbazî yên ji bo Pêşmerge û meşq û rahênana Pêşmerge ya şerê terorîstan de berdewam dibê û her wiha bi şerekî pîroz wesif kir û welatê xwe jî bi hevbeşê gelê Kurdistanê ya li vê şerê de da zanîn. Cîgirê Wezîrê Bergiriya Komara Çek ji bilî balkişandina li ser hereşeya terorîstan ya li ser asayîşa cîhanê, wê yekê xisterû ku hêzê Pêşmerge bi qehremanî û azayetiya xwe rê li wê yekê girt ku terorîst plana xwe ya ji bo dagîrkirina beşekî zêdeyê cîhanê piyade bikin.

Li beranber da Serok Barzanî spasî gel û Hikûmeta Komara Çek kir ku piştevaniya gelê Kurdistanê û hêzê Pêşmergene û pêşwaziyê jî li berfirehtirbûna peywendiyên her dû aliyan yên li warên cûda cûda de kir. Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî behsa sedemên derketina tundrewî û terorê kir û hebûna gengeşeya êl û eşîrî bi sedemeke serekiya geşbûna terorîstan da zanîn û eve jî ji bo şanda mîhvan rûn kir ku gelê Kurdistanê xwediyê çanda pêkvejiyan û lêborînê ye û tu demekî nabê beşek ji gengeşeya eşîrî û tayîfî.

Her li vê hevdîtinê de rêyên rûbirûbûna terorê û berbelavkirina terorîstan li asta navçeyî û cîhanî de guftûgo kirin û her dû alî li ser ewe hevrê bûn ku pêwîste li gel şerê serbazî, şerê îdeolojî û aborî ya terorîstan jî bê kirin.

Rewşa siyasiya Iraq û navçeyê û pêdiviyên serbaziyên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û bilindkirina asta peywendiyên her dû aliyan mijareke dinê vê civînê bû.


Top