• Friday, 20 February 2026
logo

Barzanî bersiv da nameya keçekê Kurd

Gulan Media January 10, 2016 Nûçe
Barzanî bersiv da nameya keçekê Kurd

Berî naha keçekê Kurd tabloyekî şehîdan dirust kiribû û nameyek jî, ji Serokê Herêma Kurdistanêre nîvîsandi bû. Li ser vê yêkê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî bi awayekî fermî bersiv da nameya vê kiça Kurd.

Keça bi navê Tara Kirmanc Îzet ji bajarê Soranê ya ku ev sal destbi zanko kiriye, sala derbasbûyî tabloyek li ser dar çêkiriye û bi pelê dara navên şehîdan li ser nexşandiye û piştre jî bi nameyekê ji bo Serokê Herêma Kurdistanê pêşkêş kiriye.

Li ser vê yêkê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi awayekî fermî bersiv dide vê keça Kurd û di nameya xwe ya fermî de dibêje: ‘’Bi spasî ez radigihînim ku tabloya şehîdan û nameyate geheşte destmin. Ez gelek kêfxweşim ku tu xwedan hestên hinde pak û dilsozane bi gel û welat ve girêdayî tevdigerî. Naha civanên welatême di bereyên şer da berxwedidin û bi xwîna xwe destanan dinîvsînin. Herwaha bûne sembola jêhatî û hemû cîhan şanazî bi Pêşmergeyên Kurdistanê dike.

Di berdewama nameya xwede Barzanî dibêje: ‘’Gel û welatême berbi pêşerojekî geşwe diçin û pêwîste hûn civan bi xwendin û xwe pêşxistinê di pêşketina welatême de beşdarbin. Herwaha ji bot e serkeftin û bexteweriyê dixwazim.’’

Basnews
Top