• Friday, 20 February 2026
logo

CHPê şandek a tenduristiyê şand Amedê

Gulan Media January 10, 2016 Nûçe
CHPê şandek a tenduristiyê şand Amedê
Partiya Komarî ya Gelan (CHP) biryar da şandeke ji parlamenterên bijîşkan pêk tê bişîne Amedê.

Di roja Duşemê 11yê Çileyê de parlamenterê CHPê yê Enqereyê Murat Emir, parlamenterê Antalya Dr. Niyazî Nefî Kara, parlamenterê Bursayê Orhan Saribal, parlamenterê Kayseriyê Dr. Çetin Arik û parlamenterê Muglayê Prof. Dr. Nurettin Demir dê ji bo çend lêkolînan û hevdîtinan herin Amedê.

Şanda CHPê di çarçoveya serdana xwe de piştî serdana Nxweşxaneya Fakulteya Tipa Zanîngeha Dicle û Diyarbekir SESê bike, dê beşdarî çalakiya “Nobeta Spî (Beyaz Nobet)” a ji aliyê çend sendîka û odeyan ve tê lidarxistin bibe.

Herwiha şanda CHPê dê piştre jî serdana Rêveberiya Tendiristiya Amedê û Odeya Hekîmên Amedê bike.

Rudaw
Top