"Dewleta Yasa li dijî sînorê Herêma Kurdistanê ye"
Mijara îro ya medya Erebî pirsa "dijayetîkirina" sînorê Herêma Kurdistanê ye ji aliyê Îtîlafa Dewleta Yasa ve ku Nûrî Malikî serokatiya wê dike.
Li gor Ajansa El-Niba, Endamê Parlamentoya Iraqê ser bi Îtîlafa Dewleta Yasa Casim Mihemed El-Beyatî, gotiye ku xendeka Kurdan ji Şingalê ber bi Xaneqîn ve dirêj dibe û evna jî berevajiya prensîbên navdewletî ye.
Di salvegera êrîşa ser rojnameya Şarlî Ebdo ya Fransî û helwêsta Misilmanên wî welatî bo Fransiyan mijara raporteke rojnameya El-Weten a Îmaratî ye, ku dibêje: "Di salvegera êrîşa ser wê rojnameyê de, bi sedan mizgeftên wî welatî di destpêşxeriyekê de çaya biratiyê pêşkêşî welatiyên Fransayê kirin."
Divê biçî hundir jibo nivîsandina
K24
