• Friday, 20 February 2026
logo

Cebar Yawer: Bexda pişka Pêşmerge ji çekan desteser nekiriye

Gulan Media January 10, 2016 Nûçe
Cebar Yawer: Bexda pişka Pêşmerge ji çekan desteser nekiriye

Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser zimanê Emîndarê Giştî yê wê wezaretê ragehand ku, ew wek wezaret ti agahdarî li cem wan nîne ku Bexda destdaniye ser çekên pişka Pêşmerge.

Cebar Yawir ji BasNews re ragehand: “Em wek Wezareta Pêşmerge bi tişêweyî agahdarî vê mijarê nebûne, ku welatên Hevpeymanê çek ji Bexdare şandine û Bexda jî destê xwe danîbe ser pişka Herêma Kurdistanê ji wan çekan.”

Herwiha got: “Em dê lêkolînê li ser vê mijarê bikin, herger diyarbû ku Bexda destê xwe daniye ser pişka Pêşmerge ji çekan, em dê helwêsta xwe rabighînin.”

Navborî herwiha ragehand ku berî niha welatên Hevpeymaniya Navdewletî çek bo Iraqê rê kirine û pişka Pêşmerge jî gihiştiye HErêma Kurdistanê tevî ku pêwîstiya Pêşmerge bi çekên girantir û pêketîtir heye.

Basnews
Top